Tîrmeh 04, 2023 14:30 Asia/Tehran
  • Avêtina Teleskopa fezayî ya Euclid'ê; Destpêka memûriyeta keşifkirina Madeya Tarî

Mûşeka Falcon 9'ê ya SpaceX'ê êvara Şemiyê Fezagerra Euclid'ê ya Rêxistina Fezayî ya Ewropayê (ESA) bi awayê serkeftî ji Baregeha fezayî ya Cape Canaveral'ê li Florîdaya Amerîkayê şande fezayê.

Li gorî rapora IRAN Press'ê, Teleskopa Euclid'ê dixwaze derbarê Madeya Tarî (Dark matter) û Enerjiya Tarî êbikole û tê derxe bê ka ev du made çawa cîhana me pêk anîne.

Fezagerra Ajansa Fezayî ya Ewropayê (ESA) niha di rêgeha niqteya Lagranjî ya L2 di navbera Seyroka Erdê û Stêrka Rojê da ye.

Ev teleskop di dawî da dê pişta xwe bide Rojê û di navbira 1.2 miliyon kîlomitriya Erdê da cih bigire da ku şopandinên xwe dest pê bike.

Euclid teleskopeke fezayî ya nêzikî bereya ronahiyê ya Jêrsor e ku vê demê ji aliyê ESA'yê û Konsorsyoma Euclid'ê tê çêkirin.

 

Serepeyv