Hezîran 07, 2023 19:11 Asia/Tehran
  • Ji 2030 heta 2050î dê Cemsera Bakur a bêqeşa were dîtin

Li gorî dane û lêkolînên saziyên navneteweyî pêşbînî tê kirin ku di navbera salên 2023 heta 2050î da yekem Îlona bêqeşa li Cemsera Bakur were dîtin.

Li gorî rapora Rojnameya El País'ê, Daneyên NASA û Ajansa Fezayî ya Ewropayê di sedsala derbasbûyî da û modeleke nû ya keşûhewayê pêşbînî dikin ku di navbera 2030 heta 2050î da yekem Îlona bêyî qeşayê li Cemsera Bakur tevî dûhatên jeopolîtîkî yên bêmînak û bandorên girantir were dîtin.

Li gorî daneyên çend setlaytên NASA'yê, berfirehiya kumika cemserî ji sala 1980î va di her dehsaliyekê da qasî sedî 12.6 kêm bûye û ev pêvajoya kêmbûna qeşayên Cemsera Bakur ji dawiya sedsalê va zêdetir xuya bûye.

Li gorî van daneyan, kumika qeşayê ya Cemsera Bakur êdî ne tenê di demsala havînê da, lêbelê her meh beşeke qeşaya xwe ji dest dide.

Germbûna Erdê dibe sebeba pêkhatina gelek guherînên jeopolîtîkî û dikare beşeke mezin a pergala cîhanî tûşî veguehrînê bîne.

 

Serepeyv