May 10, 2023 17:51 Asia/Tehran
  • Rêwîtî li cîhanê 2 qat zêdetir bûye

Geştyariya navneteweyî di rêya vegera bo asta beriya pandemiyê ye; bi awayekî ku di sêmehiya destpêka sala 2023an da anegorî vê heyamê di sala par da, hejmara geştyaran du beranber bûye.

Li gorî rapora ISNA'yê, Rêxistina Cîhan ya Geştyariyê (UNWTO) di rapora xwe ya herî nû da ragihand ku di sê mehên destpêk yên sala 2023an da, hatina geştyarên navneteweyî gihîştiye sedî 80ê asta beriya pandemiya Koronayê û tê texmînkirin ku di sêmehiya destpêkê yên îsal da, 235 miliyon geştyar rêwîtiya derveyî welêt kirine ku zêde ji du qatî vê demê di sala 2022an da ye.

Zanyarî nîşan didin ku sala 2022an 960 miliyon geştyarî serdana derveyî welêt kirine.

 

Serepeyv