Nîsan 18, 2023 15:55 Asia/Tehran
  • Çenteyên windabûyî; Pirsgirêka nû ya kompaniyên geştên asimanî yên Amerîkayê

Wezareta Veguhestinê ya Amerîkayê ragihand, ji derdora sedî û 15 miliyon çenteyên ku di navbera Mijdara 2022an û Çileya 2023an li Amerîkayê li nav balefiran hatine cîbicîkirin, derdora sedî 1 winda bûne an ziyan li wan ketiye.

Li gorî rapora Kovara Hill’ê, Li gorî zanyariyên herî nû yên ofîsa Wezareta Veguhestinê ya Amerîkayê, di navbera Mijdara 2022an û Çileya 2023an da, hemî 10 kompaniyên mezin ên veguhestinê li vî welatî bi hezaran beste an çente bi şaşitî cîbicî kirine.

Gerçî ku Kompaniya geştên asimanî ya Southwest’ê zêdetirîn ast di heyama van sê mehan da tomar kiriye û tevî kêmbûna geştên asimanî di Kanûnê da ji ber pirsgirêkên plandarêştinê û bahozên zivistanê, lê rêwiyên Kompaniya “American”ê di dawiya sala 2022an û heta sala 2023an herî zêde ketin bin bandora cîbicîkirina çewt a çentyan.

Di heyama sê mehan da “American Airlines”ê û şirîkên wê zêdetirî 25 miliyon çente cîbicî kirine. Ji vê hejmarê zêde ji 252 hezar û 700 babet ketin bin bandora rêveberiya lawaz; yanî hema bêje ji her 100 beste an çenteyê, babetek winda bûye, tûşî ziyanê bûye, bi derengî ketiye ber dest an hatiye dizîn.

Bi giştî, Kompaniya Allegiant Air’ê di vî warî da herî kêm tûşî şaşitiyê bûye.

 

Serepeyv