Nîsan 15, 2023 16:07 Asia/Tehran
  • Zanyaran cûreyeke nû ya bateriyên şarjê yên xurekî çê kirin

Lêkoleran cûreyeke nû ji bateriyan ku bi tamî ji madeyên xwariniyê hatiye çêkirin û dikare bikaranîna amûrên elektronîkî yên pizîşkî ku tên daqurtandin ewlehtir bike, çê kirine.

Hin amûrên bikarhatî di cîhana pizîşkî da ku li bedena mirovan tên bicihkirin, bi bateriyên xurekî kêmtir pirsgirêkan ji bo bedenê pêk tînin.

Li gorî rapora New Atlas’ê, Bateriya xurekî ya ji bo testê li enstîtûya teknolojiyê ya IIT’ya Îtalyayê û ji aliyê komekê bi sergêriya Maryo Kayronî va hat çêkirin. Çêkirina vê bateriyê bi rêya mînakgirtina reaksyonên nasyar bi Redox’a biyokîmyayî pêk hatiye ku li hucreyên bedena mirov û heywanan enerjiyê berhem tînin.

Anoda vê bateriyê ji Riboflavin’ê (bi nasnavê Vîtamîna B2) pêk hatiye; di halekî da ku Katoda wê anku elektroda wê ya Pozîtîv ji Kûêrsêtînê (Quercetin) hatiye çêkirin. Ev her du materyal bi awayê xwezayî li cûreyên giyayan û xwaremeniyan tên dîtin. Hinek rejûya daran jî ji bo zêdekirina qabiliyeta veguhestina ceryanê di vê bateriyê da hatiye bikaranîn.

Elektrolîta vê bateriyê li ser binemaya avê ye û beşa veqetîner (perdika navbera Anod û Katodê ku rê li ber lihevketina kurt digire) ji giyayên deryayî yên fotosentetîk hatiye çêkirin. Di dawî da jî du pelikên zêrîn ên xurekî ji mûma mêşhingivê li Anod û Katodê hatine zêdekirin.

Ev bateriya 0.65 Volt piştî şarjbûnê, dikare cereyana 48 Mîkro-Amper bo heyama 12 deqîqeyan an jî tenê çend Mîkro-Amperan ji bo heyama zêde ji saetekê dabîn bike.

Dibe ku ev reqem zêde xuya neke, lê li gorî raporan ji bo dabînkirina enerjiya amûrên elektronîkî yên biçûk weke LED’yên kêm-mesref têrê dike.

 

 

Serepeyv