Nîsan 10, 2023 16:13 Asia/Tehran
  • Zanista Fezayê | Çalereşa herî kevn li fezayê hat keşfkirin

Teleskopa fezayî ya James Webb'ê vê dawiyê çalereşek keşf kiriye ku zanyarên NASA'yê wê wek çalereşa naskirî ya herî kevn li gerdûnê dizanin.

Li gorî vê raporê, Giraniya vê çalereşê 10 miliyon qatî Stêrka Rojê ye.

Li gorî rapora Live Science'ê, Teleskopa James Webb'ê ji ber şiyana xwe ya ji bo lêgerîna li fezayê û ji ber şêwaza xebata  xwe dikare raboriya fezayê seh bike. Ronahî bi lezeke neguhêr li fezayê diçe û ev tê vê wateyê ku her çiqas teleskop ji fezaya ku ew dibîne dûrtir be, dem zêdetir paşda vedigere. Ev teknolojiya heyretbar vê derfetê dide zanyaran ku li hejmareke zehf a seyrok û stêrkan binêrin da ku çalereşên li dûr ku bi miliyonan sal beriya niha xuya bûne, keşf bikin.

Zanyar bawer in ku lêkolîna çalereşan heta dkare pêşketinên teknolojîkî yên zêdetir keşf bike û vê derfetê dide me ku sirr û nihêniyên gerdûnê aşkira bikin.

Li gorî berawirdên NASA'yê, Temenê gerdûnê hema bêje 13.7 miliyar sal e û derdora 200 miliyon sal wek çewtiya hesabkirinê tê da heye. Çalereşa ku mijara vê raporê ye hema bêje 570 miliyon sal piştî destpêbûna gerdûnê li navenda galaksiyekê hatiye dîtin û bi vî awayî wek dîmena naskirî ya herî kevn e ku heta niha ji aliyê mirov va hatiye keşfkirin û dîtin. Stêrknas bawer in dîmenên wiha tenê destpêka rêyê ne.

 

Serepeyv