Adar 26, 2023 16:39 Asia/Tehran
  • Xwefirrên xweteqên ên Berxwedanê | Çima bergiriya asimanî ya Amerîkayê pê nikare?

Ev xwefirr gelekî biçûk in û ji ber vê yekê asta wan a radarî kêm e.

Pirsa ku li vir çê dibe, ev e: Çima bergiriya asimanî ya Amerîkayê li hemberî xwefirrên Bereya Berxwedanê çalak nabe?

Xwefirrên Bereya Berxwedanê di nizmatiyê da difirrin û hevraz û berjêrên ser Erdê alîkariyeke zehf dike ku nihênî bimînin; her wiha firrîna di bilindahiya 20 mitrî da naskirina wan ji aliyê sîstemên bergiriya asimanî gelekî dijwar kiriye.

Bihayê xwefirrên Bereya Berxwedanê erzan e û ji ber ku gelek parçeyên wan dişibin nimûneyên ne-leşkerî û ticarî, dikarin bi awayekî gelekî zêde bên berhemanîn û bêyî ti sînordariyekê ber bi armancê va bihên avêtin.

Bi giştî xwefirrên xweteqên ên Bereya Berxwedanê bi awayê ‘Kat Lînk’ (Cut Link anku qutbûna têkiliyê digel jêderka avêtinê û firrîna bi saya Hişê Çêkirî) dixebitin û ev yek pergala Cenga Elektronîk a aliyê hemberî bi tamî bêbandor dike.

Diqeta xwefirrên xweteqên ên Bereya Berxwedanê gelekî zêde ye û ev taybetmendî jî alîkariyeke zehf dide serkeftîbûna êrîşan.

 

Serepeyv