Adar 25, 2023 16:06 Asia/Tehran
  • WHO: 8 haletên tûşbûna bi Vîrûsa Marbûrgê li Tanzaniyayê hatin tomarkirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) di daxuyaniyekê da tomarkirina 8 haletên tûşbûna bi Vîrûsa Marbûrgê bo cara yekem li Tanzaniyayê piştrast kir.

Cara herî pêşîn Nexweşiya Marbûrgê sala 1967an li Almanyayê belav bû û 7 kes bi vê nexweşiyê mirin.

Sala 2005an jî zêdetirî 200 kesî li Angolayê bi vê nexweşiyê mirin.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) bi daxuyaniyekê ragihand, Vîrûsa Marbûrgê ji dehsaliya 1960î hatiye naskirin û heta niha çend pandemî pêk anîne.

Ev di rewşekê da ye ku asta mirina ji ber Vîrûsa Marbûrgê sedî 88 e.

Marbûrg cûreyeke nexweşiya vîrûsî ya kêmdîtî û metirsîdar e û ku ta û xwînrijîna hundirîn di nexweş da pêk tîne.

Vîrûsa vê nexweşiyê gelekî dişibe EBOV’ê (Vîrûsa Ebolayê) û cara yekem di dehsaliya 1960î da li bajarên Marbûrg û Frankfûrta Almanyayê hat naskirin û binavkirin.

Ev vîrûs bi rêya têkiliya rasterast digel şilekî û çilmikên bedena mirov û ajelan weke xwîn, xazî anku ava devî, hûredilopên di nefeskişandinê da, mîz û hwd her wiha têkiliya bi tiştên lewitî tê veguhestin.

 

 

Serepeyv