Adar 21, 2023 16:36 Asia/Tehran
  • Qeyrana Extiyarbûnê; Pirsgirêka nû li Yekîtiya Ewropayê

Li gorî daneyên nû, qeyrana extiyarbûn û salmeziniyê pirsgirêkeke cidî li Yekîtiya Ewropayê ye, bi awayek ku navgîna temenê gelheyê li welatên endamê vê yekîtiyê di dehsaliya derbasbûyî da 2.5 sal zûde bûye.

Li gorî daneyên EuroStat’ê, Di halekî da ku nîvê gelheya Spanyayê mezintir ji 45 salî û piştî wê Krowasî (45.5), Almanya (45.8), Yûnan (46.1) û Portegal (46.8) cih digirin, navgîna temen li Îtalyayê ya herî zêde (48 sal) ye.

Asta nizim a zarokanîn û welidandinê bûye sebeb ku navgîna temenê gelheyê li Ewropayê jorda biçe; ev yek nemaze li welatên başûrî yên mîna Spanya, Portegal û Îtalyayê xuyatir e.

Li gorî rapora Ajansa Xinhua’yê, Li Spanyayê navgîna temen 4.3 sal zêde bûye ku wek rêjeya herî bilind li nav welatên endamê Yekîtiya Ewropayê piştî Portegalê (4.7) tê zanîn.

‘Albert Stiv’ Rêveberê Navenda Lêkolînên Demografîk (CED) li Barselonayê got: “Bandorên pîrbûna gelheyê li dibistanên bi xwendevanên kêmtir xuya dibe û ev li wan civakan tê dîtin ku gelekî kêm zarokan tînin dinyayê.”

 

 

Serepeyv