Adar 17, 2023 15:26 Asia/Tehran
  •  Hewla ji bo kêmkirina Nexweşiya Malariyayê; Qumaşa ku kêzikan dûr dike, hat çêkirin

Lêkoleran bi bikaranîna nanopirtikan qumaşek çê kirin ku dikarin kêzikan dûr bike.

Li gorî nûçeya IRNA’yê, Ev qumaş pêkhatî ji fotmûlasyoneke pêkhatî ji spreyên biyotîk ên dijekêzik ên wêdabir e ku bi madeyên giyayî ji bo kontrolkirina bandora pêvedana kêzikan hatiye çêkirin.

Lêkolerên Koma Kîmyayê ya Zanîngeha eyaletî ya Kaduna’yê li Nîceryayê hewl didin vê teknolojiyê ji bo kêmkirina nexweşîne mîna Malariyayê bi kar bînin.

Lêkolerekî vê komê got: “Cûreya qumaşa ku di vê lêkolînê da hatiye bikaranîn, veguheriye kincekî ku di heyama şev û rojê da mirov diparêze.”

Li gorî gotina “Zekarî Laden” Sergêrê lêkolerên vê projeya lêkolînî, ev berhem encama alîkariya xerca lêkolînî ya çend miliyon dolarî, di bin sîvana piştevaniya Sindoqa Lêkolînên Neteweyî ya sala 2020î (NRF) a Kaduna’yê û Sindoqa Pêbaweriya Perwerdehiya Bilind (TETFUND) e û bi hevkariya Zanîngeha Bîngamê û Zanîngeha Teknolojiyê ya VAAL’ê li Afrîqaya Başûr bi cih hatiye.

 

Serepeyv