Adar 03, 2023 16:06 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Cîhanî ya Qelewîyê: Qeyrana Qelewbûnê li benda mirovan e

Yekîtiya Cîhanî ya Qelewîyê ragihand ku zêde ji nîvê gelheya cîhanê heta sala 2035an dê tûşî qelewî û giraniya zêdebarî bibin.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Yekîtiya Cîhanî ya Qelewîyê ragihand, di heyama 12 salên bê da zêde ji sedî 51ê gelheya cîhanê yanê zêdetirî 4 miliyar kes dê tûşî qelewî an giraniya zêdebarî bibin.

Li gorî vê raporê, 4 miliyar kes li ber xetera qelewbûnê ne; tiştê ku vê nîgeraniyê zêdetir dike ev e ku ev pêvajo nemaze li nav zarokan zêdetir dibe.

Ev rapor nîşan dide ku asta qelewiya zarokan anegorî asta qelewiya sala 2020î dê duberanber bibe, yanî derdora 208 miliyon kurik û 175 miliyon keçik heta sala 2035an dê tûşî vê pirsgirêkê bên.

Sala 2020î derdora 2 miliyar û 600 miliyon kes di rêza kesên qelew da bûn; yanî sedî 38 ji gelheya cîhanê.

Karzan û pispor hişyarî didin ku eger em ji hêla aborî va li vê kêşeyê binêrin, xerc û lêçûnên vê yekê li ser civakê zêde ne û ev tê vê wateyê ku heta sala 2035an, her sal çar hezar miliyar dolar xerc û lêçûnên pêkhatî ji ber vê kêşeyê dê li ser civakê bên sepandin ku sedî 3 ji berhemanîna ne-safî ya cîhanî digire ber xwe.

Lêkoler tê gihîştin ku asta qelewiyê hema bêje wê li hemî welatan zêdetir bibe û pirraniya van welatan yên bi asta derhata kêm an navgîn li Asya û Afrîqayê ne.

 

Serepeyv