Sibat 28, 2023 16:00 Asia/Tehran
  • Memûrîyeta fezayî ya NASA û SpaceX’ê ya nû tûşî şikestê bû

Memûrîyeta fezayî ya nû ya NASA û kompaniya amerîkî ya SpaceX’ê ji ber kêşeya teknîkî tûşî şikestê bû.

Roja Duşemiyê biryar bû ku Mûşeka Falkon-9’ê ya SpaceX’ê ya hilgira Kepsûla Dragon’ê saet di 1:45an da li gorî dema rojhilat ji Navenda Fezayî ya Kennedy’ê li Kêyp Kanavêrala (Cape Canaveral) Florîdaya Amerîkayê were avêtin.

Li gorî rapora Fars News’ê, Roja Duşemiyê NASA û SpaceX’ê memûrîyeta du rêwiyên fezayê yên amerîkî û diduyên rûsî û imaratî çend deqîqeyan beriya ku mûşek bo Îstgeha Fezayî ya Navneteweyî were avêtin, bi paş da avêtin.

NASA’yê derdora du deqîqe û nîvan beriya vê avêtinê, di weşana xwe ya zindî ya bi rêya Înternetê da ragihand ku şandina çar rêwîyan ji bo memûrîyeta zanistî ya şeş mehî ji ber kêşeya teknîkî dê were paşdaavêtin.

NASA û SpaceX’ê ev kêşeya teknîkî têkildarî şilekîya agirpêxistinê ya bikarhatî ji bo birêxistina matorên mûşekê zanîne.

Biryar bû ku derdora 25 setan piştî kêliya avêtinê, ev keştiya fezayê bigihêje Îstgeha Fezayî ya Navneteweyî (ISS) ku derdora 420 kîlomitran jortir ji asta ser Erdê di xolgeha xwe da digire.

 

 

Serepeyv