Sibat 27, 2023 16:31 Asia/Tehran
  • Dermanê Kêşeya Hayperçalakîyê li Amerîkayê êdî bi zehmet peyda dibe

Kêmbûna berfireh a cûreyeke dermanê kêşeya Kêmbaldarî-Hayperçalakîyê li Amerîkayê, dêûbavên zarokên hayperçalak nîgeran kirine.

Rêxistina Xwarek û Dermanan a Amerîkayê ji çend beriya niha va derbarê kêmbûna herî kêm 123 dermanan ji wan Morfîn, Dermanên alîkar di bêhnkişandinê da, Antîbiyotîka “Amoxicillin” û Bêhîskerên “Lidocaine” hişyarî dabû.

Li gorî rapora Kanala ABC News’ê, Navenda Rêvebirin û Pêşîgirtin li Nexweşiyan a Amerîkayê hejmara zarokên amerîkî yên tûşbûyî bi Kêşeya Kêmbaldarî-Hayperçalakîyê anku “ADHD” (Attention deficit hyperactivity disorder) 6 miliyon kes zanî û ragihand: Kêmasîya berbiçav a dermanê pêwîst ji bo tedawîkirina vê kêşeyê dêûbav nîgeran û asê kirine.

Pênc kompanî ji heşt kompaniyên ku van dermanan berhem tînin ji Rêveberiya Federal a Xwarek û Dermanan a Amerîkayê ra ragihandine ku ji ber hegerine mîna zêdebûna daxwazê an kêmbûna madeyên bingehîn, berhemên wan têraa daxwazê nakin.

Pizîşkên amerîkî dibêjin, Kêmbûna berfireh a dermanan ji ber sê hegerên ciyawaz e: Hebûna hin pirsgirêkan di berhemanîna nimûneya generîk a “Adderall”ê, zêdebûna daxwaza dermanên “Amphetamine” piştî Pandemiya Koronayê û hin sînordarîyên ku hikûmetê di warê bikaranîna vî dermanî da sepandine.

Gelek siyasetmedarên Demokrat û Komarxwaz li Amerîkayê li hewl didin heta radeya pêkan berhemanîna dewa û dermanan li Amerîkayê were domandin.

 

Serepeyv