Sibat 21, 2023 15:49 Asia/Tehran
  • Ji ber daketina asta avê, Vênîz di bereberê zihabûnê da ye

Kanalên avê yên bajarê Vênîzê li Îtalyayê hevdem digel daketina asta avê û kêmbûna barînê ziha dibin.

Li gorî rapora IRNA’yê ya roja Sêşemiyê, Daketina neasayî ya asta avê li bajarê Vênîzê, hatûçûn ji bo taksîyên avê û ambûlansan li hin rêgehên avî yên sereke li vî bajarî nemumkin kiriye.

Li gorî vê raporê, asta ava Gola Garda’yê li bakurê Îtalyayê jî bi awayekî bêmînak daketiye; ewqasî ku mirov dikare bi peyatî heta girava San Biagio’yê ya di nava vê golê da biçe.

Asta ava Çemê Po’yê wek çemê herî dirêj li Îtalyayê ku serçavîya wê li rêzeçiyayên Alpê li bakurê rojavayê vî welatî ye jî daketiye û niha sedî 61 nizimtir ji asta wê ya navgîn di vê heyama salê da ye.

Hevdem digel destpêbûna demsala zivistanê û di destpêka sala 2023an da pêleke germayê ya bêmînak ‘Parezemîna Kesk’ da ber xwe û gelek ji karzan û lêkolerên keşûhewayê nîgeran kirin.

Karzanekî îtalyayî di vî warî da tekez kir ku ev welata ji sala 2021ê va ketiye rewşa kêmbûna avê û pêwîst e ku kêmasiya barînê ya 500 mîlîmitrî beranberî 50 roj barînê li deverên çiyayî yên bakurê rojavayê vî welatî were cebirandin.

 

Serepeyv