Sibat 20, 2023 14:01 Asia/Tehran
  • Qefesa herikbar a xwedîkirina masîyan a herî mezin li Îranê

Qefesa herikbar a deryayî ya herî mezin bi qabiliyeta xwedîkirina 30 ton masîyan di her dewreyekê da li perravên Deryaya Xezerê li şaristana Gomîşanê ya parêzgeha Gulistanê ya bakurê Îran hatiye îcadkirin.

Li gorî rapora Iran Press'ê, Panatîya vê qefesa herikbar a deryayî 30 mitr, rûbera wê zêdetirî 700 mitrên çarkunc û bilindahiya wê jî şeş mitr û nîv e.

Bernameya Wezareta Cîhada Çandiniyê ya Îranê di beşa xwedîkirina masîyan li deryayê, berhemanîna heşt hezar ton masîyan li parêzgeha Gulistanê di sala 1404an da ye.

Qefesa herikbar a xwedîkirina masîyan li Gomîşanê ji bilî hêla aborî, ji ber dîmenên sipehî ku bi saya firrîna balendeyên deryayî li nav Deryaya Xezerê pêk aniye, bala geştyaran jî kişandiye.

 

Serepeyv