Vîdyo | Li Hungaryayê xelkê berê xwe daye çêkirina xaniyên ji herî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i339581-vîdyo_li_hungaryayê_xelkê_berê_xwe_daye_çêkirina_xaniyên_ji_herî
Welatiyên Hungaryayê ji ber zêdebûna bihayê enêrjiyê, berê xwe dane çêkirina xaniyên ji herî bi şêwaza qedîmî.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Sibat 17, 2023 11:45 Asia/Tehran
  • Vîdyo | Li Hungaryayê xelkê berê xwe daye çêkirina xaniyên ji herî

Welatiyên Hungaryayê ji ber zêdebûna bihayê enêrjiyê, berê xwe dane çêkirina xaniyên ji herî bi şêwaza qedîmî.

Li gorî rapora France Press’ê, Li Hungaryayê çêkirina xaniyên ji herî ku bi kelûpelên avahîçêkirinê yên erzan û asayî weke herî, kelpêç û xîzê tên çêkirin, zêde bûye.

Ev kelûpelên qedîmî pêşî li nêm û germahiyê digirin û hem di demsala zivistanê da zûtir germ dibin û germahiyê di xwe da radigirin û hem jî di havînan da zû hênik dibin û pêşî li germbûna zêde digirin.

Welatên ewropî tûşî zameke aborî ya giran bûne û ti nîşaneyek tune ku ev pêvajo raweste.