Sibat 14, 2023 14:34 Asia/Tehran
  •  Li ser veguherînên xeternak ên grîpa balendeyan hişyarî hat dayîn

Zanyaran li ser mutasyon anku veguherînên xeternak ên vîrûsa grîpa balendeyan hişyarî dan.

Vîrûsa “H5N1”ê ya hokara grîpa balendeyan li cûreyên canliberên guhandar hatiye dîtin, lê berbûn û derbasbûna wê bo mirovan hewcetî bi rêzeveguherînên taybet heye. Ev nexweşiya vîrûsî bilez li cîhanê berfireh dibe û ajelên kovî û kedî dikuje;  bi vî awayî ekolojî tûşî nakokîyê dibe û zirar digihêje raberkirina xwarekê.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRNA’yê, bi sedan şêrên deryayî yên kovî li Amerîkaya Başûr simûrekên zevîyekî li Ewropayê û zêde ji 58 miliyon teyr (mirîşk û dîk) ji ber tûşbûna bi grîpa balendeyan anku Şewba Mirîşkan mirine.

Li Amerîkayê pêva vê dawiyê ya grîpa balendeyan di 17 ajelên guhandar û zêde ji 160 balendeyan hatiye dîtin.

Ev belavbûna herî berfireh a Vîrûsa “H5N1”ê ji dema diyarbûna wê li Çînê di sala 1996an heta niha ye.

Hêjayî gotinê ye, Mutasyon (Mutation) cûreyekê veguherînê ye ku di encama wê da guhertoyên nû ji vîrûsekê bi rêya veguherîna hucreyên wê pêk tên.

 

 

Serepeyv