Sibat 13, 2023 13:50 Asia/Tehran
  • Qirêjiya hewa xetera xemokîbûnê di dawiya temen da zêde dike

Zankoya Tenduristiya Gelemperî ya Harvard T.H. Chan’ê li Bostona Amerîkayê ragihand ku hebûna demdirêj di hewayê qirêj da xemokîbûn û depresyonê di dawiya temen da zêde dike.

Ajansa Jîngehê ya Ewropayê (EEA) vê dawiyê derbarê rewşa keşûhewayê li welatên ewropî ragihand ku di sala 2021ê da 238 hezar kes ji ber qirêjiya hewa canê xwe ji dest dane.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Lêkolînên Zankoya Tenduristiya Gelemperî ya Harvard T.H. Chan’ê li Bostona Amerîkayê lêkolînek li ser kesên di temenê zêdetir ji 65 salî li Beşa Çavdêriyên Pizîşkî ya Amerîkayê bi cih anîn.

Piştî heyameke çavdêriyê ya pênc salî, heşt miliyon û 907 hezar û 422 kes di heyama sala 2005 heta 2016an ketin bin nirxandinê û xemokîbûn û depresyona derengdem di miliyonek û 526 hezar û 690 kes ji wan hat pêderxistin.

Lêkoler tê gihîştin ku her 5 yeke zêdebûna navgîn dema hebûna li hewayê ku “Pirtikên Qirêjîyê”, “Nitrogen dioxide” (NO2) û “Ozon” tê da hene, bi rêzê xetera xemokîbûnê sedî 0,91, 0,61 û 2,13 zêde dikin.

Pirtikên Qirêjiyê li hewa cara yekem sala 2018an li pizdan anku hevalzaroka jinan da hat naskirin û hema wê demê bû ku lêkoleran pê derxistin hewayê qirêj bandoreke mezin jî li zêdebûna rêjeya jiberçûna piz yan jî cenînê dike.

 

Serepeyv