Sibat 11, 2023 16:26 Asia/Tehran
  • Kompaniya SpaceX’ê Avêjera “Starship” bi awayê serkeftî ceriband

Ceribandina matorên xurtker ên Avêjera “Starship” a Kompaniya SpaceX’ê bi çalakbûna 31 mator ji tevahiya 33 matoran bo heyama 10 çirkeyan di roja Pêncşemiyê da bi awayê serkeftî bi cih hat.

Li gorî rapora Koma Zanist û Hînkariyê ya IRNA’yê, Avêjer anku launcher’a gelekî giran a “Starship”ê bi dirêjahiya 69 metran avêjereke duqonaxî bi qabiliyeta jinûva-bikaranînê ya Kompaniya SpaceX’ê ye ku ji sala 2012an va tê pêşxistin.

Ceribandina hevdem a matorên Starship’ê li cihê avêtinê ya li Bingeha Starbase’ê ya Kompaniya SpaceX’ê li başûrê Tegzasê roja Pêncşemiyê li gorî dema xwecihî bi cih hat û biryar bû her 33 matorên vê avêjerê çalak bibin; lê koma pisporan  matorek beriya dayîna destûra çalakbûnê xeva kir û matoreke din jî di dema operasyonê da xeva bû.

“Elon Musk” xwedîyê Kompaniya SpaceX’ê bi weşandina peyamekê li ser Twitterê tevî ragihandina vê nûçeyê pêşbînî kir ku yekem avêtina Starship’ê bo xolgeha Erdê dê heta Adara 2023an pêk were.

Rêveberiya Giştî ya Fezagerriyê ya Amerîkayê (NASA) dixwaze ji bo şandina fezagerran bo fezayê di salên bê da Avêjera Starship (Starship launcher) bi kar bîne da ku wê li Kepsûla Fezayî ya Orion’ê di gerrîna wê ya li xolgeha Heyvê girêbide.  Her wiha tê gotin “Musk” dixwaze ji bo şandina rêwîyên fezayî bo Gerestêrka Behramê vê avêjerê bi kar bîne.

Avêjera Starship wek avêjera herî giran e ku heta niha hatiye çêkirin û dikare barekî heta 850 tonî bi xwe ra bibe fezayê. Ev avêjer du qatî avêjera pêşxistî ji aliyê NASA’yê va ye ku sala 2022an Kepsûla Orion’ê ya vala di memûriyeta Artemis  1’ê da bo Heyvê avêt.

 

Serepeyv