Sibat 06, 2023 14:30 Asia/Tehran
  • Polonya bi “Berbendên elektrîkî” rê li ber hatina koçberan li Kalînîngradê digire

Berdevka Garda Sînorvaniya Polonyayê ragihand ku Werşo berbendên elektrîkî li ser sînorê Rûsyê pêk tîne.

Li gorî rapora IRNA’yê, “Anna Michalska” Berdevka Garda Sînorvaniya Polonyayê roja Yekşemiyê ragihand: “Pêkanîna berbendên elektrîkî li sînorê navçeya Kalînîngradê ji Adarê va wê dest pê bibe; dirêjahiya vê berbenda elektrîkî dê 200 kîlomitrî be.”

Wê got: “Ev berbend pêkhatî ji şebekeyek ji sehker û kamerayan e ku rê dide Garda Sînorvaniyê rewşa sînoran di her şert û merceke kewşûhewayê da berdewam bişopîne.”

Artêşa Polonyayê niha mijûlî danîna têlestriyan li ser sînorê Kalînîngradê ye.

Rayedarên Polonyayê ragihandine ku armanca van berbendan rêgirtin li hatina koçberan ji navçeya Kalînîngradê ye.

Sînorê navbera Polonya û Bêlarûsê sala 2021ê tûşî qeyrana koçberiyê bû; bi awayekî ku komeke koçberan hewl dan bi awayê neqanûnî xwe bigihînin kewşena Yekîtiya Ewropayê (YE).

Werşoyê ji demê va dîwarekî ji pola li dirêjahiya sînorê digel Bêlarûsê ava kir û Mînsk tawanbar kir ku tevlihevî û aloziyê li YE’yê pêk tîne.

 

Serepeyv