Sibat 02, 2023 14:55 Asia/Tehran
  •  Piştî 55 salan; Berhemanîna Balefira Boeing 747’ê hat rawestandin

Kompaniya Çêkirina Balefiran a Boeing’ê piştî 55 salan xatir ji berhemeke xwe ya kevn xwest û cêta xwe ya 747’ê ya herî dawî berhem anî.

Li gorî rapora IRNA’yê, Bi hezaran kes ji karkerên Pîşesaziya Boeing’ê û rêveberên din ji seranserî cîhanê êvara Sêşemiyê ji bo beşdariya di rêûrismekê bi boneya radestkirina dawîn balefira Boeing 747’ê li karistana vê kompaniyê li bakurê  Siyatilê (Seattle) kom bûn.

Richard Aboulafia analîzkerê geştên asimanî got: “Êdî ti kes balefira bi çar matoran naxwaze; lê bi her awayî Boeing 747’ê roleke girîng di pîşeya geştên asimanî da lîst.”

Kompaniya Boeing’ê bi radestkirina hejmara 1574an ji balefira cûreya 747’ê, dosyeya vê balefira rêwîhilgir girêda.

Balefirên Boeing-747’ê ji sala 1969an va wek balefirên barhilgir û ticarî bi qabiliyeta hilgirtina nêzikî 500 rêwîyî, berhemeke herî nasyar a vê kompaniya çêkirina balefiran bûye.

Lê di derdora 15 salên derbasbûyî da, Boeing’ê û reqîba wê ya ewropî anku Airbus’ê balefireke din a mezin dan nasandin ku li dewsa 4 matorên balefira Boeing-747’ê, tenê du matorên wê hene û lêçûnên ji bo miqatebûn û ragirtina wê jî kêmtir  in.

Hêjayî gotinê ye, ji bo çêkirina balefira yekem a cûreya Boeing-747’ê zêdetirî 50 hezar karker nêzikî 16 mehan xebitîn.

 

 

Serepeyv