Sibat 01, 2023 17:26 Asia/Tehran
  • Di heyama 15 salan da; Asta ava Deryaya Xezerê 2 mitran daketiye

Serokê Rêxistina Nexşevaniyê ya Îranê got: “Asta avê li Deryaya Xezerê di heyama 15 salên dawî li gorî şopandin û tomarkirinên navendên pîvandina asta ava deryayê zêdetir ji 2 mitran daketiye.”

Li gorî rapora IRNA'yê, “Elî Cawîdane” Serokê Rêxistina Nexşevaniyê ya Îranê roja Pêncşemiya hefteya derbasbûyî li “Konseya Plandarêştin û Geşepêdanê” ya Parêzgeha Mazenderanê li bakurê Îranê got: “Navendên şopandin û tomarkirina asta ava deryayê ku li navçeyên başûr û bakurê welêt in, Daketin (Cezir) û Rabûna (Medd) avê dinirxînin.”

Wî her wiha got: “20 stasyonên pîvandina asta ava deryayê li welêt hene; ji vê hejmarê, 5ên wan li bakurê welêt in û ji van 5an jî sisêyên wan li perravên deryayê li Parêzgeha Mazenderanê ne.”

Serokê Rêxistina Nexşevaniyê ya Îranê got: “Ev stasyon rewşa daketin û rabûna asta ava deryayê bi awayê salane nîşan didin û li gorî daneyên ku hatine tomarkirin, di heyama 15 salên dawî da asta ava Deryaya Xezerê zêdetir ji 2 mitran daketiye.”

Cawîdane got: “Ev daketina berbiçav a asta ava Deryaya Xezerê mijareke girîng e û pêwîst e em zêdetir li ser wê bifikirin.”

Hêjayî gotinê ye, Sala 1995an, asta ava Deryaya Xezerê gihîşte gihîşte rêjeya herî bilind di 80 salên dawî da. Ji wê demê û vir da bi awayekî berdewam asta wê daketiye û ev daketin herî zêde di heyama sala 2008an heta 2015an qewimiye.

 

Serepeyv