Jîngeh | “Talava Gomîşanê” ya Gulistanê veguheriye şûrekat û girikên xwê
“Talava Gomîşanê” li Parêzgeha Gulistanê ya bakurê Îranê ku serdemeke ne ewqasî dûr cihê jiyana teyr û balindeyên koçer û xwecihî û ajelên kovî bû, ji ber jidestdana beşa sereke ya çavkaniyên xuremeniyê di encama zihabûn û hişkesalê, êdî weke berê sipehî nîne û veguehriye şûrekat û hişkahiyê.
Li gorî rapora IRNA'yê, girên li peravên Deryaya Xezerê û erdên noqmbûyî di nav avê da tevî giya û hêşiniyên taybetî talavê û şînahiya asimên di nav ava wê da dîmeneke xeyalîn a Talava Gomîşanê di çend deh salên berê da bû; lê van rojan tiştê ku ji vê avgira navneteweyî tê dîtin, bi hezaran hektar şûrekat, girên xwê û çolistaneke ziha û bêav e û êdî ti nîşanek ji sipahîtiya berê tê da nemaye.
“Talava Gomîşanê” bi rûbereke derdora 20 hezar hektarî li kewşena “Şaristana Gomîşanê” û 60 kîlomitriya bakurê rojavayê bajarê Gorganê, navenda Parêzgeha Gulistanê, û peravên rojavayê Deryaya Xezerê ye û li 14 hezar hektarên wê nêçîrkirina, masîgirtin û guleavêtin qedexe ye.
Terxannekirina heqava guhcan, kêmbûna rêjeya barînê û hilmbûna avê ji ber germahiya zêde, bikaranîna avê ji bo çandiniyê ji aliyê civatên xwecihî va û girtina bêdestûr a masî û avjîyan ji hegerên berxeterbûna vê jîngeha xwezayî ne.