Çile 27, 2023 16:52 Asia/Tehran
  •  Kevnarenasî | Mûmyayê herî kevn li nêzikî pîramîdên Misrê hat keşfkirin

Rêveberê tîmeke kolandina kevnarenasiyê ragihand ku goreke Fir’ewnan li nêzikî Qahireya paytexta Misrê hatiye keşfkirin û vekirin.

Li gorî rapora IRNA’yê ya roja Îniyê, Zahî Hewas rêveberê tîmeke kolandina kevnarenasiyê bi ragihandina vê nûçeyê, got: “Ev mûmyayê 4 hezar û 300 salî di goreke ayîdî desthilatdariya pênc an şeşem a Fir’ewnan e ku vê dawiyê li nêzikî Pîramîda Pilekanî (step pyramid) li Saqarayê hatiye keşfkirin.”

Ev mûmyayê keşfbûyî ayîdî mêrekî bi navê “Hekaşpes” e ku li nav sindirûkeke ji kilsê ya bi tamî girtî û nixûmandî da bûye.

Hewas ku bixwe pêştir Wezîrê Şûnwarên Kevnare yê Misrê bûye, bi daxuyaniyekê ragihand: “Dibe ku ev mûmya, yê herî kevn û tam be ku heta roja îro li Misrê hatiye keşfkirin.”

Li gorî vê raporê, li nav gorên din ên hatine vekirin, goreke ayîdî “Xenomcedf” lêpirsê rayedaran, çavdêrê giregiran û keşeyê serdema desthilatdariya Yûnis, dawîn Fir’ewna desthilatdariya pêncm be ku bi dîmenên jiyana rojane hatiye xemilandin.

Goreke din a vekirî ayîdî “Merî” ye ku wek “Sirrparêz û alîkarê rêberê mezin ê Qesrê” hatiye binavkirin.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: “Gelek peyker li nav merzelan hatine dîtin ku yeke wan mêrekî û hevjîna wî û çend xulaman nîşan dide.”

 

Serepeyv