Çile 23, 2023 11:20 Asia/Tehran
  •  Mirova herî pîr li cîhanê Lucile Randon xatir ji dinyayê xwest

Lucile Randon mirova herî pîr a naskirî li cîhanê, rahîbeya fransî û nasyar bi 'Xwîşka André'yê di temenê 118 saliyê da xatir ji vê dinyayê xwest.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Li gorî ragihandina medyayên fransî, Xwîşka André ku tenê mehek mabû bibe 119 salî, roja Îniyê li Mala Extiyaran xatir ji dinyayê xwest.

Pirtûka rekorên cîhanî ya bi navê Guinness'ê sala derbasbûyî û piştî mirina Kîn Tanakaya japonî di 119 saliyê da, Lucile Randon wek mirova herî temendirêj a zindî tomar kiribû.

Bi derbasbûna rahîbeya fransî ya 118 salî, pirtûka Guinness'ê jineke spanyayî ya temendirêj a bi temenê 115 salî wek mirova herî pîr a zindî li cîhanê da nasandin.

 

Serepeyv