Çile 18, 2023 15:42 Asia/Tehran
  •  Teknolojî û Pîşekarî - Parçeyên hewce ji bo Pîşeya Kolandinê li Ehwazê tên çêkirin

Serokê Rêveberiya Mihendisî û Teknolojiya Çêkirinê ya Kompaniya Neteweyî ya Kolandinê ya Îranê got: Projeya çêkirina parçeyên pîşeya Kolandinê (Drilling) yên hewce û pirr tên bikaranîn li hundirê welêt bi hevkariya Rêxistina Cîhada Zanîngehê ya Parêzgeha Xûzistanê bi cih hat.

Muteher Rezafer Serokê Rêveberiya Mihendisî û Teknolojiya Çêkirinê ya Kompaniya Neteweyî ya Kolandinê ya Îranê li kêleka Bîst û sêyemîn Pêşangeha Destkeftên Lêkolîn û Teknolojiyê ya Parêzgeha Xûzistanê di gotûbêja digel ISNA'yê da got:

Me di sala 2021ê da projeyeke hevpar digel Rêxistina Cîhada Zanîngehê ya Parêzgeha Xûzistanê bi armanca xwecihîkirina çêkirina parçeyên pîşeya kolandinê yên hewce û pirr tên bikaranîn ên weke fîlterên sûtemenî, rûn û hewa yên matorên dîzelî ku di kolandinê da tên bikaranîn, dest pê kir.

Wî got: Me bi hevkariya Rêxistina Cîhada Zanîngehê ya Parêzgeha Xûzistanê karî vê projeyê bi hewldana berdewam û bi saya xurtkirinê anegorî mînaka derveyî bi cih bînin; ev proje di destpêka îsal da bi dawî hat.

Serokê Rêveberiya Mihendisî û Teknolojiya Çêkirinê ya Kompaniya Neteweyî ya Kolandinê ya Îranê got: Fîlterên navbirî bi awayê pirrhejmar û girseyî berhem tên. Wî her wiha got: Ev parçe di yekîneyên operasyonê yên Kompaniya Kolandinê da tên bikaranîn û ew yekîne ji xebat û karayîya wan parçeyan razî ne.

 

Serepeyv