Çile 13, 2023 14:58 Asia/Tehran
  •  Mijandina nûzayan bi şîrê dayîkê rê li ber Egzema, Asma û Alerjiyê digire

Lêkoleran di lêkolîneke nû da ev encam bi dest xistine: Zarokên nûjidêbûyî ku zêdetir ji sê mehan bi şîrê dayîkê tên mijandin, ji ber molekûlên heyî li nav şîr kêmtir tûşî xetera tûşbûna bi hesasiyetên weke Egzema (bîrovgirtin), Alerjî û Asma anku Astengiya Bêhnkişandinê dibin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Lêkoleran di lêkolîneke nû da li Zankoya Pizîşkî ya Zanîngeha Eyaletî ya Pensîlvanyayê tê derxistin ku molekûlên biçûk li nav şîrê dayîkan dibe ku ji bo kêmkirina metirsiya tûşbûna bi pirsgirêkên alerjiyê li nûzayan bibe alîkar.

Lêkoler bawer in ku: Ev encama nû dikare bandor li nêrîna dayîkan ji bo girîngîdana bi mijandina nûzayan bi şîrê xwe an jî destwerdanên di pergala xwarinê ji bo kêmkirina îhtimala pêkhatina alerjiyê di zarokên da bike.

Li gorî gotina lêkoleran, Şîrê dayîkê xwarineke xwezayî ji bo nûzayan e ku madeyên zengîn û antîbodiyên pêwîst ji bo mezinbûna nûza bi awayekî guncan jê ra dabîn dike. Antîbodiyên heyî li nav şîr nûzayan li hemberî nexweşî û enfeksyonê diparêzin.

Serepeyv