Çile 12, 2023 16:09 Asia/Tehran
  •  Behîva Erdê; Dermanek ji bo çareserkirina alerjiya zarokan

Lêkolînekê li Australyayê nîşan daye ku Behîva Erdê an jî Fisteq-Ebîd (Bi Inglîzî: Peanut) ya kelandî di avê da dikare ji bo têkbirina alerjîyê di zarokan da bibe alîkar.

Behîva Erdê wek madeyeke xwariniyê ya naskirî li cîhanê ye ku alerjiyê pêk tîne û hema bêje sedî 3 ji zarokan tûşî vê alerjiyê dibin.

Li gorî rapora Ajansa Xinhua'yê,  Lêkolerên Zanîngeha Flinders'ê ya Australyayê vê dawiyê encamên ceribandinekê weşandin ku di heyama wê ceribandinê da bi qasî 52 hefteyan hin dozên Behîva Erdê ya kelandî di avê da bo 70 zarok û nûciwanên ji 6 heta 18 salî yên tûşbûyî bi alerjiya li hemberî Behîva Erdê hat raberkirin. Bi rêya Êminînasiya Xurekê, sedî 80 ji van kesan karî Behîva Erdê bêyî ti bertekeke alerjîk bixwin.

Di vê ceribandinê da, bo heyama 12 hefteyan dozên rojane yên Behîva Erdê ya kelandî di avê da hat raberkirin. Piştra bo heyama 20 hefteyan Behîva Erdê ya patî di avê da hat raberkirin û di dawiyê da bo heyama 20 hefteyan jî Behîva Erdê ya biraştî raberî beşdaran hat kirin.

Di dawiya vê lêkolînê da, 56 zarok ji 70 zarokan karîn 12 Behîvên Erdê yên biraştî bêyî ti bertekeke alerjîk a nebaş bixwin.

 

 

Serepeyv