Çile 11, 2023 16:08 Asia/Tehran
  •  Dahênana lêkolerên qumî; Berhemanîna dermanên birînê û nexweşiyên bêhnkişandinê

Lêkoler û dahênerên Qumê li başûrê parêzgeha Îranê karîne gelek dermanên hewce ji bo çareserkirin û baştirkirina pirsgirêkên çermî, birîn û nexweşiyên têkildarî bêhnkişandinê berhem bînin.

Rêveberê Kompaniya Darû-Derman a Selefçiganê dermanên gelekî bibandor û taybet di warê birîn û nexweşiyên jinan, nexweşiyên bêhnkişandinê û çermî di mirov û heywanan da, her wiha dermanên pergala mehandinê di şekl û cûreyên ciyawaz mîna mehlûl, krêm, şerbet, melhem û kepsûlê wek hinek ji dermanên berhemhatî ji aliyê vê kompaniya zanistbingeh bi nav kirin.

Li gorî rapora ISNA'yê, Elî Şerî'etmedarî Rêveberê Kompaniya Darû-Derman a Selefçiganê got: Endamên vê kompaniyê ji mamosteyên zanîngehan, her wiha lêkoler û dahênerên cûr bi cûr û derçûyîyên çiqên Dermançêkirin û Kîmyaya Pratîkî û çiqên din ên hewce ne.

Wî di beşeke din a axaftina xwe bi ISNA'yê ra got: Berhemanîna dermanên gîyayî hokarek e ji bo kêmkirina êş û elemên xelkê û çareserkirina nexweşiyan bi dûhatên herî kêm; nemaze ku çavkaniyên dabînkirina madeyên wan ên seretayî pirranî li hundirê welêt in û ev derman berhema hewl û talaşa lêkolerên îranî ne.

 

Serepeyv