'Makîneya Kneader' ji bo tevlihevkirina madeyan bi awayê hevseng hat çêkirin
Lêkolerên kompaniyeke dahêner makîneyek ji bo tevlihevkirina hevseng û bilez a madeyên weke polîmer û zeliqokan digel hevdu an jî digel nanopirtikên madenî an organîk çê kirin; li gorî gotina wan, ev amûr di pîşeyên dermanî û ardûyên hişk da tê bikaranîn.
Li gorî rapora ISNA'yê, Kompaniyeke dahêner Makîneya Kneader (Nîdêr) an Hevîrsaz ji bo tevlihevkirina bilez û bibandor a madeyên vîskoz weke polîmer, zeliqok û rêzînan digel hevdu an jî digel nanopirtikên madenî an jî organîk çê kiriye.
Xebata Makîneya Kneader anegorî makîneyên din ên weke Extruder'ê gelekî baştir e û operasyona tevlihevkirinê bi zexta herî kêm li ser madeyan, di dema herî kêm û karayîya herî bilind da pêk tîne; bi vî awayî tevî ku pêşî li xerabûna madeyan tê girtin, tevlihevbûneke hevseng û tam tê dabînkirin.
Tenolojiya Kneader'ê ji bo berhemanîna alyajên polîmerî, kampozît û nanokampîzîtan tê bikaranîn û dikare mezinahiya pirtikên hişk heta asta pirtikên seretayî kêm bike û piştra derbasî şebekeya kampozît an kampondê bike.
Ev kompaniya dahêner di warê dîzaynkirin û çêkirina alavên pîşeya nift, gaz û petrokîmyayê da çalak e û xwecihîkirina zanista teknîkî, dîzaynkirin û çêkirina Makîneyên Kneader yên sîmetrîk û nesîmetrîk ji çalakiyên vê kompaniyê yên herî girîng in.