Çile 07, 2023 18:05 Asia/Tehran
  • Piştî 300 salan; Çîn êdî welatê bi nifûsa herî zêde li cîhanê nîne

Hind dê bi zûtî li dewsa Çînê wek welatê bi nifûsa herî zêde cih bigire.

Li gorî rapora ISNA'yê, Li gorî amarên herî dawî Hind heta 14ê Nîsana 2023an dê bibe welatê bi nifûsa herî zêde li cîhanê û gelheya wê dê bigihêje miliyarek û 430 miliyon kesî.

Ev di rewşekê da ye ku di 300 salên derbasbûyî da Çîn hertim welatê bi nifûsa herî zêde li cîhanê bûye.

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya herî dawî da ragihand, Gelheya Hindê ji miliyarek û 400 miliyon kesî di destpêka sala 2023an da dê bigihêje miliyarek û 700 miliyon kesî di sala 2064an da.

Gelheya Hindê ji nîveka duyem a sedsala 20î da sedî 2 zêde bûye. Ev di halekî da ye ku gelheya Çînê ji sala 1973an heta 1983an û bi cihanîna Qanûna Yekzarokîyê gihîştiye nîvî û sedî 1,1 kêm bûye.

Rayedarên Çînê vê dawiyê sînordariya hejmara zarokan li malbatan rakirine.

 

Serepeyv