2022; Sala ku ti diziyeke ji bankan li Danmarkê nehat tomarkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i338625-2022_sala_ku_ti_diziyeke_ji_bankan_li_danmarkê_nehat_tomarkirin
Ji ber xweyînekirina pereyê nexd li bankên Danmarkê di sala 2022an da, ti diziyeke ji bankê di heyama vê salê da li vî welatî nehat tomarkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 05, 2023 11:24 Asia/Tehran
  • 2022; Sala ku ti diziyeke ji bankan li Danmarkê nehat tomarkirin

Ji ber xweyînekirina pereyê nexd li bankên Danmarkê di sala 2022an da, ti diziyeke ji bankê di heyama vê salê da li vî welatî nehat tomarkirin.

 

Li gorî rapora VION TV'yê, Li dû sazkirina app'ên cûr bi cûr li ser mobaylê ji bo danûstandinên pere di sîstema bankî da, wergirtina pereyê nexd ji bankan di şeş salên derbasbûyî da derdora sê ji çar kêm bûye.

Li gorî rapora Enistîtûya Finans Danmark'ê, Bi giştî tenê derdora 20 çiqên bankê li Danmarkê pereyê next li cem xwe xweyî dikin.

Hêjayî gotinê ye, bi wêdadayîna pereyên nexd ji bankan li Danmarkê, diz dezgehên ATM'ê dikin armanc; lê ev kiryar jî ji ber çavdêriyên zêdetir û bikaranîna teknolojiyên parastinê yên nûjen, gihîştiye asta sifir.