Çile 02, 2023 17:33 Asia/Tehran
  •  Du mamosteyên Zanîngeha Tehranê berhemên Stêrknasiyê yên Serdema Îslamî vekolandin

Du mamsoteyên Zanîngeha Tehranê bi lêkolîneke dahênane û bo cara yekem berhemên Stêrknasiyê yên Serdema Îslamî vekolandin.

Dr. Henîf Qelenderî û Dr. Hesen Emînî du mamosteyên (Assistant Professor) Lêkolîngeha Dîroka Zanistê ya Zanîngeha Tehranê di lêkolîneke nû da berhemên Stêrknasiyê yên Serdema Îslamî vekolandin.

Li gorî rapora Beşa Peywendiyên Gelemperî ya Zanîngeha Tehranê, nivîsara Dr. Henîf Qelenderî û Dr. Hesen Emînî endamên Destya Zanistî ya Zankoya Teolojî û Mearîfên Îslamî ya Zanîngeha Tehranê bi navê "Xişteya Stêrkan a Xereqî: Cedweleke Stêrkan ji Stêrknasiya Serdema Îslamî" hatiye weşandin.

Ev lêkolîna nû li ser mînakên cîbicîbûna cismên asimanî û hegerên geometrîk ên têkildarî di berhemên Stêrknasiyê yên Serdema Îslamî da ye.

Nivîsara hevpar a Dr. Qelenderî û Dr. Emînî vê dawiyê bi zimanê Inglîzî û bi sernava "Kharaqī’s Star Catalogue: A Star table from Medieval Arabic Astronomy" li Kovara Dîroka Zanistê ya Zanîngeha Tehranê hatiye weşandin.

Dr. Qelenderî beriya vêya jî nivîsa erebî ya Resaleya Xereqî "Muntahā al-idrāk fī taqāsīm al-aflāk" ("The Ultimate Grassp of the Divisions of Spheres") teshîh kiriye û hevrê digel wergera wê ya bi Zimanê Farisî weşandiye.

Serepeyv