Kanûn 29, 2022 16:50 Asia/Tehran
  • Li Wuhana Çînê taksiyên jîr ên bêajovan rêwiyan cîbicî dikin

Li bajarê Wuhanê yê Çînê xizmeta taksiya bêajovan hat damezirandin.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Kompaniya Baidu'yê ku wek dêweke teknolojiyê li Çînê tê naskirin, roja Pêncşemiyê ragihand ku qada raberkirina xizmeta xwe ya taksiya bêajovan li bajarê Wuhanê berfirehtir kiriye.

Li gorî vê raporê, Platforma taksiya bêajovan li bajarê Wuhanê hat damezirandin; ev, qonaxeke nû ji operasyona bazirganiyê ya ajovaniya automatîk li Çînê nîşan dide.

Vê gavê, ev platform bi zêde ji 50 taksiyên bêajovan û qadeke operasyonê ya bi rûbera zêde ji 130 kîlometrên çarkunc li bajarê Wuhanê çalak e.

Hemwelatiyekî çînî yê niştecihê Wuhanê got: Erebeyên bêajovan gelekî bilez naçin û dema hereketê û guherîna xetê û fitilînê hêdî dimeşin, ji ber vê yekê lêniştiyên wan xwe aram hîs dikin.

 

Serepeyv