Murtezewî: Pileya Îranê di Pîvana Dahênanê ya Cîhanî da bilindtir bûye
Wezîrê Teawon, Kar û Rihetiya Civakî yê Îranê ragihand: Îran ji welatên sereke di warê baştirkirina cîgeha dahênanê da ye.
Li gorî rapora Beşa Peywendiyên Gelemperî û Ragihandinê ya Wezareta Teawon, Kar û Rihetiya Civakî ya Îranê, Seyid Solet Murtezewî di rêûrisma rêzgirtina li Hefteya Lêkolîn û Teknolojiyê da ku bi beşdariya rêveber û lêkolerên sereke hat lidarxistin da got: Pêşketina di warê lêkolînê da ji bo bidestxistina hêmanên îqtidara neteweyî û pêkhatina aboriya ser bingeha zanistê pêwîst e.
Wî her wiha got: Reh û koka mijara lêkolînê di çanda me ya dînî û dîrok û şaristaniyeta Îrana Îslamî da ye.
Murtezewî got: Ji hêla kualîte û pilebendiya hejmara nivîsar û belgeyên zanistî va ku li navendên zanistî yên navneteweyî hatiye tomarkirin û dikare were şopandin, pileya Îranê ji 54an gihîştiye 15an.
Wezîrê Teawon, Kar û Rihetiya Civakî yê Îranê got: Di warê teknolojiyê da li gorî Pîvera Dahênanê ya Cîhanî (Global Innovation Index) di sala 2022an da, pileya welatê me di nav 132 welatan da gihîştiye 50î.
Li gorî vê raporê, Îran ji 3 welatên sereke li nav welatên bi derhata navgîn di baştirkirina cîgeha xwe li vî warî da ye. Li gorî raporan, pileya Îranê di heyama salekê da ji 60î gihîştiye 53an.
Wî got: Îranê di warê teknolojiya Nanoyê da ji çar welatên sereke li cîhanê ye. Em di kîmya, bîrkarî û fîzîkê da jî ji welatên herî baş li cîhanê ne.