Kanûn 21, 2022 14:58 Asia/Tehran
  • Lêkolerên îranî şêwazeke nûjen ji bo dermankirina Şêrpenceya Kezebê bi dest xist

Lêkolerên Zanîngeha Tehranê bo cara yekem şêwazeke nûjen bi dest xist ku bi bikaranîna pêtîdeke (Peptide) bi pêkhateya nû ji dermankirina hucreyên kezebê yên tûşbûyî bi şêrpence anku kanserê ra dibe alîkar.

Dr. Zehra Hacî Hesenî endama taxima zanistî ya Zankoya Zanist û Teknîkên Nûjen a Zanîngeha Tehranê û cihênera plana lêkolînî ya Berhemanîna Fusiona bi pêkhateya nû ya Bovicin HC5 û CPP'yê ji bo dermankirina şêrpenceya Kezebê roja Sêşemiyê derbarê vê destkefta lêkolînî got: Di vê şêwaza dermankirinê da AMP'yek (Adenosine monophosphate) bi taybetmendiya dijî şêrpenceyê (Bovicin HC۵) ku ji aliyê Bakteriya Streptococcus bovis'ê va berhem tê, hatiye bikaranîn.

Wê got:  Her wiha di vê planê da bi hevrêkirina CPP'yekê (Pêptîda derbasî nav hucreyan dibe) digel Proteîna Bovicin HC5'ê qabiliyeta derbasbûna wê bo nav hucreyên kezebê zêde bûye.

Ev yek dê bibe sebeba derbasbûna dermên bo nav hucreyên kezebê yên tûşbûyî bi şêrpenceyê.

Hacî Heseniyê derbarê raboriya dermankirina Şêrpenceya Kezebê bi vê şêwazê got: Ev cara yekem e ku ev şêwaz li Îranê ji bo dermankirina Şêrpenceya Kezebê tê bikaranîn. Her çend ku şêwazeke weke ya me li cîhanê pêk hatiye, lê Fusiona dîzaynkirî di vê planê da di asta cîhanê da jî tam nû ye.

 

Serepeyv