Kanûn 20, 2022 13:34 Asia/Tehran
  •  Platforma duyem ji Balefira 'Sîmorx'ê dê heta dawiya sala 1401ê were nimandin

Platforma duyem ji Balefira Sîmorx'ê dê heta dawiya sala 1401ê (Koça Rojî) were nimandin.

Muhemed Muhemedîbexş, Serokê Rêxistina Geştên Asimanî ya Îranê got: Dîzaynkirin û nirxandina hewcetiyan ji bo çêkirina balefira îranî pêk hatine û vê balefirê platformeke seretayî ya IRAN-140'ê heye ku veguheriye Balefira Sîmorx'ê.

Balefira rêwîhilgir a bi nav 'Sîmorx' dikare 75 rêwiyan hilgire û dirêjahiya wê ji ya Balefira IRAN-140'ê zêdetir e.

Li gorî vê nûçeyê, platforma duyem ji Balefira Sîmorx'ê hatiye amadekirin û dibe ku heta dawiya vê salê bê nimandin.

Muhemedîbexş got, di pêngava yekem da mijara herî girîng cûreya Kargo anku barhilgir a vê balefirê ye û di qonaxa duyem da ya rêwîhilgir e.

 

Serepeyv