Kanûn 12, 2022 10:14 Asia/Tehran
  •  Piçek tevger û leza zêdetir di çalakiyên rojane da dê temenê mirov dirêjtir bike

Rojnameya Washington Post’ê nivîsî: Lêkolînên pêkhatî nîşan didin ku ji bo hebûna temenekî dirêjtir divê mirov leza pêkanîna çalakî û tevgerên xwe yên rojane zêdetir bike û bi lezeke zêdetir wan bi cih bîne.

Di rapora Rojnameya Washington Post’ê da xitabî xwîneran hatiye gotin: "Ber bi rawestgeha utubûsê va bibezin. Bilezûbez ji pilekanê jorda biçin. Bi zarokên xwe va Çavgirtonek (an jî lîstikeke din a bi bez û tevger) bilîzin. Bi lezeke zêdetir odeya rûniştinê bi gêziya elektrîkî paqij bikin. Ji ber ku li gorî lêkolîneke nû li ser têkiliya navbera leza pêkanîna çalakiyên rojane û mirinê da, zêdekirina enêrjiyê û pêkanîna çalakiyên rojane bi lezeke zêdetir dikare bandoreke berbiçav li ser dirêjbûna temenê me bike."

Ev lêkolîn nîşan dide ku tenê sê deqîqe çalakiya rojane ya bilez û giran sedî 40 xetera mirina berwext di kesên bitemen da kêm dike; heta dema ku ew qet werzîş nakin.

Ulrik Wisloff rêveberê Navenda Werzîş di pizîşkiyê ya Zanîngeha Zanist û Pîşeyê ya Norwêjê li Trondheimê got: “Encama vê lêkolînê mirov matmayî dihêle. Ev encam nîşan dide ku zêdekirina piçek lezê li jiyana me bêyî hewcetî bi amûrên zêde en jî endamtiya li klûbekê an jî werzîşkirin di demeke taybet da, sûdeke mezin ji bo tenduristiya me dabîn dike.

Ev raman ku şêwaza tevgeriyana me bandorê li dirêjahiya temenê me dike, mijareke nû nîne. Beriya vêya jî gelek lêkoleran gotiye ku pêkanîna çalakiyên rojane bi awayekî bilez dikare tenduristiya me xurttir bike.

 

 

Serepeyv