Kanûn 11, 2022 12:56 Asia/Tehran
  •  Êdî tiştên mezin bi pêlên raserdeng tên livandin

Lêkoleran bi lêkolîneke nû karî tişteke hema bêje mezin bêyî têkiliya fîzîkî û tenê bi pêlên raserdeng (ultrasound) bilivînin û cîbicî bikin.

Li gorî rapora New Atlas'ê, mihendisên zanîngeha Minnesota'yê pergaleke nû afirandiye ku dikare tiştan blyî ti têkiliyeke fîzîkî bilivîne û cîbicî bke. Di vê şêwazê da pêlên raserdeng tên bikaranîn ku li ser astên taybet bandor dikin da ku tiştan ber bi aliyên cûr bi cûr da bilivînin an heta rakişînin. Ev teknolojî dikare alîkariyeke zehf bo pîşeya robatîkê bike.

Eger mirov bixwaze tiştekî cîbicî bike, bi giştî divê bi pelandin û destlêdana wî bî karî bike; lê eger ev tişt hesas be an zû bişkê, cîbicîkirina wî ya bi pelandinê xeternak e. Loma livandina bêyî pelandin û têkiliya fîzîkî, warekî lêkolînê ya ber bi pêşketinê di warê teknolojiyê da ye ku dikare hêzekê bîne se tiştan û bêyî têkiliya fîzîkî wan bilivîne.

Ev kar pirranî pêkhatî ji pêlên raserdeng an jî tîrêjên ronahiyê ye ku dikare zexteke pêwîst ji bo hilawîstin an jî livandina hin tiştan pêk bîne.

Mihendisên zanîngeha Minnesota'yê ji bo vê lêkolîna nû şêwazeke nû ya livandin û cîbicîkirina tiştên mezintir bêyî têkiliya fîzîkî digel wan ceribandiye ku dikare tiştan ber bi paş, kêlek an heta pêş da bilivîne.

 

Serepeyv