Kanûn 08, 2022 13:12 Asia/Tehran
  • 'Kesê herî dewlemend li cîhanê' êdî bzirganekî fransî ye

Kovara Forbes'ê ragihand ku Elon Musk karsazê amerîkî êdî 'Kesê herî dewlemend li cîhanê' nîne û bazirganê fransî yê bi navê 'Bernard Arnault' dewsa wî girtiye.

Kovara Forbes'ê ragihand ku Bernard Arnault rêveberê cihanînê yê Kompaniya Louis Vuitton'ê vê demê kesê herî dewlemend li cîhanê ye.

Li gorî vê raporê, heyîtiya Bernard Arnault ya xalis 185.4 miliyar dolar e.

Elon Musk rêveberê Kompaniya Teslayê û xwediyê Twitterê ji sala 2021ê va li gorî lîsteya Forbesê kesê herî dewlemend li cîhanê bû û heyîtiya wî ya safî 185,3 miliyar dolar e.

Guherîna lîsteya kesên herî dewlemend li Kovara Forbesê ji ber kirrîna Twitter'ê bi bihayê 44 miliyar dolarî ji aliyê Elon Muskî va ye.

 

 

Serepeyv