Kanûn 05, 2022 12:55 Asia/Tehran
  • Fezagerrên çînî yên lêniştiyê

Keştiya fezayê ya Çînê bi navê Shenzhou-14 û sê lêniştiyên wê piştî memûriyeteke şeşmehî li navçeya xweser a Mixolistana navxweyî ya Çînê daketin.

Li gorî rapora IRNA'uê ji zarê Rojnameya China Daily'ê, Keştiya fezayê ya Shenzhou-14'ê li navenda Dangfengê ya li Çolistana Gobiyê li navçeya xweser a Mixolistana navxweyî ya Çînê daket. Vê navendên rahênana herî dawî ya têkildarî sîstema xwe ya yekparçe ji bo memûriyeta lêgerîn û rizgarkirina xizmetkarên vê keştya fezayê roja Pêncşemiyê li dar xist.

Avêtina Shenzhou-14'ê memûriyeta herî dawî ji stratejiya sêqonaxî ya berfirehkirina projeya şandina mirovan bi fezayê, her wiha beşa dawî ji qonaxa çêkirina rawestgeha fezayê ji bo Çînê bû.

Li gorî vê raporê, Ji bo amadetiya bi mebesta kemilandina serkeftî ya vegeriyana vê keştiya fezayê, cihê daketinê li cihekî bi dijwarî, zivirî, sarî û tarîtiya herî zêde hatibû bijartin û gelek bername ji bo şopandina wê, wergitina kepsola vegerê û filitandina fezagerran hatibûn pêşbînîkirin.

 

 

Serepeyv