Kanûn 02, 2022 20:17 Asia/Tehran
  • Lêkolerên endonezyayî ji giyayekî ardûya erzan û paqij berhem tînin

Lêkolerên endonezyayî ragihand ku wan kariye bi rêya pêvajokirina Simbila Avjî (Bi inglîzî: common water hyacinth) gaza Metanê berhem bînin.

Lêkolerên endonezyayî bi analîza li ser cûreyeke simbila xwecihî ku li beşa navendî ya Girava Caveyê bi awayekî bilez û pirrpar şîn dibe, karî Gaza Metanê berhem bînin.

Asiye Remezan lêkoler û mamosteya Zanîngeha Endonezyayê di hevpeyîvîna taybetî a bi dîmen digel nûçegihanê IRIB News'ê got: Me bi hewildana komeke lêkoleran karî li pey ceribandinên cûr bi cûr bi rêya tevlihevkirina vî giyayî digel û pîsatiyên heywanî û xwedîkirina wan li nav feraqên sergirtî bi qasî sê hefteyan, Gaza Metanê ya pêkhatî ji parçebûna Simbila Avjî bi alîkariya reaksiyonên kîmyewî berhem bînin.

Ev şêwazeke zanistî ya nûjen e ku tûşî pêşwaziya gelê xwecihî li Endonezyayê bûye; bi awayekî ku ew ji bo bidestxistina ji vê ardûya pak û erzan beşdarî polên fêrkirinê dibin û pêvajoya berhemanîna wê hîn dibin.

 

Serepeyv