Kanûn 02, 2022 14:25 Asia/Tehran
  • Pêşbîniya NASA'yê derbarê bajarên Amerîkayê yên li peravê

 NASA'yê pêşbînî kiriye ku jordeçûna asta ava deryayan heta sala 2050î dikare peravên Amerîkayê noqmî xwe bike.

Encama lêkolîneke NASA'yê ya nû nîşan dide ku çaverêtî heye asta ava deryayan li derdora Amerîkayê lezgîntir ji ya pêştir dihat sêwirandin hilkişe, yanê bajarên peravî yên nizim li Amerîkayê renge di dehekên pêşber pirtir bikevin ber xetera lehiyê. Li gor vê lêkolînê ku sê dehekan şopandina setelaytê hilkolandiye, asta ava deryayan di peravên Amerîkayê heta sala 2050î dikare 12 înç joratir ji asta niha jorde here.

Lêkolînên NASA'yê li gor şêwazên rapor û lêkolînên berê ne û ji aliyê komeke lêkoler û zanyarên Ceribîngeha Dehfdera Cêtê (Jet Propulsion Laboratory) li Kalîfornyayê ku him meseleyên herî kûr ên gerdûnê û him jî bikaranîna setelaytan bo têgihîştina pêşketî li ser Erdê hatiye terxankirin, bi cih hatiye.

Serepeyv