Mijdar 11, 2022 22:45 Asia/Tehran
  •   Li Îdira Tirkiyê cara ewil çûka dûvspî hat qeydkirin

Li deverên avî yên Îdirê ku nêzî 340 cureyên çûkan lê dijîn çûka dûvspî (Vanellus leucurusê) ku cureyeke nû ye hat tespîtkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê (AA), Deverên avî yên ber pala Çiyayê Agiriyê ji çûkên bakur tên û ber bi başûr diçin ra mazûvaniyê dike.

Xwendekarên Navenda Lêkolîn û Sepandina Zanista Çûkan a Zanîngeha Îdirê (KUŞMER) û Bernameya Jiyana Kovî û Nêçîrvaniyê di dema çavdêriya li Qada Avî ya Arhacê da çûka dûvspî tespît kirin.

Ev çûka cara ewil e li wê herêmê tê dîtin, dema li xwarin û xurekê digeriya hat tespîtkirin.

Midûrê KUŞMERê Dr. Emrah Çelîkê hîndekar got ku di dema koçberiya çûkan da ew xebatên xwe didomînin û di wê heyamê da her carê rastî agahiyeke nû tên û wiha pê da çû: "Di xebatên rojanekirî yên li Îdirê tên kirin da heta niha 340 cure çûk hatin tespîtkirin û bi vê ya dawîn va ev jimar bû 341. Tespîta vê çûka dûvspî cureyeke nû ye û me tespît kir. Ev çûk li der û dora Gola Xoy hatiye dîtin û qeyda wê jî di sala 2008an da ye. Ne çûkeke ku wisa ye zû bê dîtin."

Serepeyv