Mijdar 07, 2022 10:01 Asia/Tehran
  • Li Hekariyê qeşaya Çiyayên Ciloyê her ku diçe zêdetir dihele

Hat ragihandin qeşaya Çiyayên Cîloyê yên li Uludoruka Hekariyê li başûrê rojhilatê Tirkiyê yên ku reqima wê 4 hezar û 135 e diqelişe, parçe jê dikevin û her ku diçe zêdetir dihele.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê (AA), Ji ber germahiya cîhanî di salên dawîn da li vê herêma ku qeşa lê heye gol firehtir bû, ava golê zêde bû û qeşa jî dihele.

Turîstên herêmî û biyanî eleqeyê nîşanî vê herêmê didin ku komek jî hat li herêmê geriya, wêne kişandin û çiyager jî hilkişiyan çiyê.

Hîndekarê Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Hekariyê Prof. Dr. Mehmet Nurî Bodur got ku wî di sala 2014an da li herêmê lêkolînek kiribû, lê wê demê qeşa evqas nedirizî bû û nediheliya.

Bodur got di nav 50 salan da paşveçûn ji sedî 50 zêde bûye û wiha axivî: "Di nav qeşayan da hin cih derizîne, derza wan kûr bûye û parçebûna wan jî zêde ye."

Hîndekarê Beşa Endezyariya Jeolojiyê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Doç. Dr. Azad Saglam Selçuk jî anî ziman ku li ser qeşayan bi têra xwe lêkolîn nehatiye kirin û wiha axivî: "Di salên 2000î da ev der bi qeşayê va hatibû dorpêçkirin, lê niha tenê li qotên bilindahiya wan 3 hezar û 400 û 3 hezar û 600 mêtro ye û quntara bakur qeşaya 30 mêtro qalind tê dîtin. Piştî 25 û 50 salî dibe ku ev qalindahiya qeşayê dibe ku neyê dîtin."

Serepeyv