Mijdar 05, 2022 14:03 Asia/Tehran
  • Festîvala Neteweyî ya Hinarê li Saveyê hat lidarxistin

Yekemîn Festîvala Neteweyî ya Hinarê bi qasî sê rojan ji 2 heta 4ê Mijdara 2022an li Mizgefta Camî û dîrokî ya Saveyê, bajarê Yaqûtên Sor hat lidarxistin.

Li gorî rapora Iran Pressê, Derdora 50 xurfeyên berhemên baxî, cotkarî, pêşeyên destî û geştyariyê li Festîvala Neteweyî ya Hinarê hatin vekirin da ku pênaseya vî bajarê dîrokî zêdetir bidin nasandin.

Xurfeyên Festîvala Neteweyî ya Hinarê li Saveyê berhemên vê mêweyê wek Ava Hinarê, Rîçala Hinarê û cûreyên Hinara tirş û şêrîn (meles), Yûsifxanî, Tewrêzî, Muhemedelî Xanî, Reş û Şêrîna havînê nîşan dan.

Bajarê Saveyê bi berhemanîna 170 hezar ton hinarê di salê da wek paytexta Hinaristana Îranê tê naskirin.

Îran piştî Hind û Çînê di rêza sêyem a berhemanîna hinarê li cîhanê da ye.

 

Serepeyv