Cotmeh 28, 2022 16:58 Asia/Tehran
  • Ilon Musk rêveberên payebilind ên Twitterê ji kar derxistin

Mêrê herî dewlemend li cîhanê derdem piştî kirrîna Twitterê, çend rêveberên payebilind ên vê kompanjiyê derxistin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Ilon Musk çend rêveberên vê kompaniyê ji wan Parag Agrawal ji kar derxisin.

Nêd Sêgal rêveberê darayî, serokê beşa hiqûqî ya Twitterê û Şêwirmendê gelemperî yê vê kompaniyê jî ji kesên din in ku hatine derxistin.

Kirrîna Twitterê ji aliyê Ilon Musk va dawî li çalakiya nêzikî 9 salî ya kompaniya Twitterê wek kompaniyeke pişk û para gelemperî anî; niha diyar nîne bê ka Musk dê çi guhertinan ji bo Twitterê wek kompaniyeke taybet berçav bigire.

Bihayê girêbesta kirrîna Twitterê 44 miliyar dolar e.

 

 

Serepeyv