Cotmeh 25, 2022 08:41 Asia/Tehran
  • Îro; Bo cara herî dawî di sala 2022an da Roj tê girtin

Îro Sêşemî Rojgirtina herî dawî ya sala 2022an dê biqewime.

Rojgirtin an jî bi zimanê erebî 'Kusûf' di demekê da diqewime ku siya Heyvê bikeve ser beşeke Erdê û di encama wê diyardeyê da li hin beşên topa Erdê Heyv beşek ji Rojê an tevahiya wê bo niştecihên ser Erdê biniximîne.

Di vê diyardeyê da Heyv ji nav Roj û Erdê derbas dibe; ev yek pêşî li gihîştina ronahiya Rojê bo Erdê digire û dema ku Heyv ji ber Rojê derbas dibe, siya Heyvê dikeve ser Erdê û asiman tarî dibe.

Rojgirtina bi sê awayê giştî, pişkî û xelekî pêk tê.

Îro niştecihên hin navçeyên Asya, Afrîqa û Ewropayê dê şansê xwe yê dîtina vê diyardeya gerdûnî hebin; lê tê gotin ku baştirîn navçe ji bo dîtina Rojgirtina îro Qezaqistan û nîveka rojavayî ya Rûsiyê ye.

Ev Rojgirtin dê li Îranê jî heta radeyekê were dîtin û niştecihên nîveka bakûrî ya welêt baştir dikarin vê Kusûfê bibînin.

Ev Rojgirtina pişkî dê ji derdora saet 13:30 li gorî dema Tehranê dest pê bike û heta saet 16 bi dawî were.

Hêjayî gotinê ye, ev diyarde bi çavê asayî anku bêyî teleskop an berçavkên taybet nikare were dîtin.

 

Serepeyv