Cotmeh 02, 2022 21:51 Asia/Tehran
  • Ava şil li başûrê Marsê

Zanyaran delîlên nû yên ava şil (necemidî) di binê qeşaya Marsê ya cemsera başûrç de dîtin, ku di lêgerîna berdewam a jiyanê de li Gerstêrka Sor de serkeftinek mezin e.

Zanyaran delîlên nû keşf kirin ku destnîşan dikin ku dibe ku ava şil anku ya necemidî li Marsê hebe, ku di lêgerîna mirovan a demdirêj de ya ji bo hesiyana bi vê yekê ku ka gerstêrka sor berê xwedan jiyanê bûye an na serkeftineke mezin nîşan dide.

Lêkolîna Zanîngeha Cambridge yekem delîlên serbixwe peyda dike, ku daneyên ji bilî radarê bikar tîne, ku ava şil di binê qeşaya Antarktîk a Marsê de heye.

Dr. Francis Butcher, nivîskarê payebilind ê lêkolînê, di daxuyaniyekê de got: "Ev lêkolîn baştirîn nîşan raber dike ku îro ava şil li Marsê heye; Ji ber ku du ji delîlên sereke yên ku em di lêgerîna xwe ya ji bo golên binê qeşayê yên li ser Erdê de li wan digeriyan, niha li Marsê hatine dîtin.

Butcher wiha pê de çû: "Ava şil ji bo çêbûna jiyanê malzemeyek pêwîst e, her çend ev nayê wê wateyê ku jiyan li Marsê heye."

Serepeyv