Îlon 26, 2022 12:38 Asia/Tehran
  • Seholên Çiyayên Alpê li Fransayê dihelin û şûnwarên kevnar xuya dibin

Karzanên fransî ragihand, diyardeya germbûnê ya cîhanî helîyana seholên çiyayî lezandiye û ev yek bûye sebeb ku defîne û şûnwarên kevnar ên di bin berf û seholê da xuya bibin.


Komeke karzanên fransî tevî diyarkirina nîgeraniya xwe ji helîna seholên xwezayî li vî welatî ragihand: Bilindahiya seholên li Çiyayên Alpê gelekî zêde bû; lê niha beşeke wan a mezin jin ber germbûna hêdî hêdî ya cîhanê, heliyaye.

Li gorî gotina karzanan, stûriya hinek ji van seholan zêdetir ji 10 metreyî ji nav çûye û bi heliyana wan, gelek tiştên kevnar xuya dibin; ji wan laşê balefira Air India ku sala 1966an biryar bû Bembeyiyê bi Londonê va girêbide, aniha di nav seholên van çiyayan da hatiye dîtin.

9 sal berê jî çiyagerek li Çiyayên Alpê ji dîtina Zimrûd û Yaqûta reşûşîn a bi bihayê 150000 Euroyî mat ma.

Kesekî din meytekî erisî yê ayîdî çiyagerekî almanî ku sala 1990î wenda bûbû, peyda kir.

Karzan bawer in çaverêtî heye seholên Çiyayên Alpê heta sala 2100î zêdetir ji sedî 80 bihelin.

Tê gotin havîna 2022an bi hezaran tiştên dîrokî ji wan şûreke dulêvik li van çiyayan û di encama heliyana seholê da hatine dîtin.

Serepeyv